Çalakiyên Protestoyê


Vê heftê jî ewê li dij dagirkirin û binpêkirina mafên gelê Efrînê ji hêla Tirkiyê gelek çalakî pêk werin. Leşkerên Tirk û milîsên îslamî nêzîkê navenda bajarê Efrînê bûne. Efrîn li ber felaketeke însanî ye.


Ji rêvebiriya NATO yê heta niha ji bo sekinandina êrîşan tu sînyal nehatiye dayin û tu dijberî û rexne nehatine kirin. Ew tenê bêdeng dimînin. Ew bi girseyî ji dewleta Tirk, ku endamê Natoyê ye palpiştiyê dikin. Ji welatên wek Swîsre û Yekîtiya Ewrûpayê li hember dagirkirina Efrînê tenê bi dengekî lawaz rexne tên kirin.


Saziya fermî ya Swîsre bi navê WBF (Departmana Aborî, Perwerdeyî û Lêkolînê) bûyerên li Efrînê rûdidin wek nakokiyên nawxweyî yên hêzên çekdar ên herêmî dinirxîne.


Wê zaniyarî tim werin guncav kirin.


14.03.2018 :::15:00

Li ber Balyozxaneya Tirk a ku li Lombachweg Bern ê ye xwepêşandana spontane

15.03.2018 ::: 19:00

Xwepêşandan li Casinoplatz a Bernê

16.03.2018 ::: 14:00

Spontankundgebung Nahe der Konsularabteilung der russischen Botschaft entlang der Brunnadernstrasse Bern

17.03.2018 ::: 13:00

Xwepêşandan li Basel ê

19. -23.03.2018 ::: Tevayê rojê

Çalakî li Cenewre

Em bangî we dikin ku hûn bi me re piştgiriya Efrînê bikin û beşdarî çalakiyan bibin!

Aktuelle Einträge
Schlagwörter

© 2020 Rojava Komitee Bern

  • Facebook - Weiß, Kreis,